Tasnîm: Amerîka amade ye cezayên li ser petrola Îranê bo demkê rawestîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê eşkere kir ku Waşintonê di tekista nû ya pêşniyarên xwe de bijardeya "rawestandina demkî" yan "lêborîn" ji cezayên li ser sektora petrolê ya Îranê qebûl kiriye, lê Tehran hîn jî daxwaza rakirina bi yekcarî û herdemî ya cezayan dike.

Çavkaniyeke nêzîkî tîma danûstandinan a Îranê îro (Duşemem, 18ê Gulana 2026ê) ji ajansa "Tasnîm"ê ya Îranî re ragihand ku Amerîkayî, berevajî tekist û pêşniyarên pêştir, di tekista nû de razî bûne ku di dema birêveçûna qonaxên danûstandinan de, bi awayekî demkî cezayên li ser petrola Îranê "bicemidînin".

Li gorî nûçeya wê ajansê, aliyê Amerîkayî tenê pêşniyara rawestandina demkî ya cezayan ji aliyê Nivîsîngeha Kontrolkirina Darayiyên Biyanî (OFAC) ve pêşkêş kiriye, ew jî tenê bo heyama danûstandinan ta dema gihîştina bi fêmkirina dawiyê. Di beramber de, Îran tekez dike ku divê "hilweşandina bi yekcarî û giştgir" a hemî cezayan wekî pabendiyeke Amerîkayê di lihevkirinê de bê misogerkirin.

Ev pêşveçûn nîşana bizaveke nû ya dîplomatîk e bo şikandina quflbûna danûstandinan, lê cidîbûna daxwaza Îranê bo garantiya rakirina herdemî ya cezayan wekî astengeke serekî li pêşiya lihevkirina dawiyê maye.

Ev guherîn di demekê de ye ku ajansa "Fars"ê ya Îranî duhî (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) lîsteya 5 şertên Amerîkayê û 5 daxwazên Îranê bo destpêkirina pêvajoyê eşkere kiribû.