Wezareta Derve ya Iraqê êrîşa dronî ya li ser Îmaratê şermezar kir

Wezareta Derve ya Iraqê
Wezareta Derve ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê wê êrîşa dronî, ya ku jêrxaneya nêzîkî westgeha atomî ya Îmaratê kiribû armanc, bi tundî şermezar kir û tekez li ser piştgiriya Bexdayê bo parastina serwerî û tenahiya wî welatî kir.

Wezareta Derve ya Iraqê îro (Duşem, 18ê Gulana 2026ê) di beyannameyeke fermî de ragihand: "Em wê êrîşa ku bi rêya dronê li ser Îmaratê hatîye kirin bi tundî şermezar dikin."

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de amaje bi hûrgiliyên wê rûdanê kir û eşkere kir ku ev êrîş bûye sedemake rasterast ku agir berbû jeneratoreke karebê, ku li dervayî Westgeha "Bereke"yê ya Enerjiya Atomî li devera "Zefre"yê bû.

Di beyannameya fermî ya Wezareta Derve ya Iraqê de hatîye diyarkirin: "Iraq dilsozî û piştgiriya xwe ya temam bo Dewleta Îmaratê tekez dike, ji bo parastina serweriya axa wê û çespandin ewlehî û tenahiyê li wî welatî."

Ev helwesta fermî ya Bexdayê di demekê de ye ku her îro Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyeke din li ser dosyeya sê dronên Erebistana Sûdiyeyê belav kiribû, tê de tekez kiribû ku sîstema balafirvaniya Iraqê tu carî rê nade ku axa Iraqê bibe qada êrîşkirina li ser welatên cîranên wê.