Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtalyayê peywendiyên dualî nîqaş kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romaya paytexta Îtalyayê ligel Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya. Di civînê de pêşxistina peywendiyên piralî û pêşhat û guhertinên dawiyê yên deverê hatin nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê êvarê (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya Îtalyayê de li Romê ligel Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve û Alîkarê Navdewletî yê Îtalyayê Antonio Tajani civiya û her du aliyan pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel welatê Îtalyayê di warên cuda û piralî de nîqaş kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de, spasî û rêzên Herêma Kurdistanê û Iraqê gihandin Îtalyayê, ji ber alîkarî û piştgiriya wan a berdewam a di warê serbazî û mirovî de bo Iraq û Herêma Kurdistanê, û herwisa rola Romayê ya giring di parastina tenahiya deverê de tekez kir.
Îtalya: Kurdistan Faktoreke Sereke ya Aramiyê Ye
Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani jî ji aliyê xwe ve tekez li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir û ragihand: "Em bi girîngiyeke mezin ve li pêgeha Herêma Kurdistanê dinêrin û wê wekî faktoreke sereke ya aramiyê di deverê de dihesibînin." Tajani herwisa amadebûna temam a welatê xwe bo berfirehkirina alîkariya hevpar ligel Bexda û Hewlêrê nîşan da.
Aloziyên Rojhilata Navîn Hatin Nirxandin
Di tewerekî din a vê civînê de, her du aliyan bal kişand ser pêşhat û guhertinên dawiyê yên li Rojhilata Navîn û encamên wê kir. Serokê Herêmê û Wezîrê Derve yê Îtalyayê tekez li ser giringiya kêmkirina aloziyan, parastina aştî û tenahiyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêr (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) bi serdaneke fermî gihîşt Romaya paytexta Îtalyayê û biryar e ku di çarçoveya vê geştê de ligel Serokkomarê Îtalyayê û hejmareke berpirsên bilind ên hikûmeta Îtalyayê û dewleta Vatîkanê civînên cuda cuda bike.