Ednan Muftî: Divê Parlamena Kurdistanê di zûtirîn dem de bicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Parlamena Kurdistanê hişyarî li ser berdewamiya paşveketina pêvajoya siyasî da û ragihand ku divê parlamen di zûtirîn dem de bê çalakkirin û qet nabe hizir di dubarekirina hilbijartinan de bê kirin. Daxwaz jî kir ku mektebên siyasî yên PDK û YNKê li ser asta bilind bicivin.
Siyasetmedar û Serokê berê yê Parlamena Kurdistanê Ednan Muftî îro (Sêşem, 19ê Gulana 2026ê) bi helkefta derbazbûna 34 salan li ser hilbijartinên yekê yên Parlamena Kurdistanê li sala 1992ê, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ew hilbijartinên dîrokî ji ber yekrêziya gelê Kurd û hebûna 'Eniya Kurdistanî' serkeftineke mezin bi dest xist, ku eger ew yekrêzî neba, piştî Serhildana pîroz a sala 1991ê ew xewn bi cih nedihat."
Wî siyasetmedarî bal kişand ser qonaxên dîrokî yên yekrêziya gelê Kurd û got: "Îradeya pêkvejiyanê ya piştî şerê navxweyî parlamen da çalakkirin. Her wê yekrêziyê di sala 2003ê de hişt ku hilweşandina rejîmê bi ser bikeve û mafên gelê me di destûra nû ya Iraqê de bên çespandin. Heta her ew îrade bû ku her du îdareyên Herêma Kurdistanê kirin yek û hikûmeteke hevgirtî ava kir."
Ednan Muftî rexneyên tund li helwestên niha yên aliyên siyasî girtin û diyar kir: "Mixabin niha hemî partî heta astekî zêde pabendî wan bingehên sereke yên ku daxwazên gelê Kurd nînin, ji bo serkeftina li ser nexweşiyan û bidawîanîna duberekiyan."
Li ser paşketina avakirina kabîneya jî, Serokê berê yê Parlamenê nîgeraniya xwe anî ziman û got: "Ev sal û nîvek e ku hilbijartin hatine kirin, lê heta niha desteya serokatiya parlamenê nehatiye hilbijartin û parlamen nehatiye çalakkirin. Ev yek, parek jê vedigere ser duberekiyên nav mala Kurdî û parek jî bo daxwaza nehezan e ku naxwazin Kurd serkeftî bin."
Di pareke din a gotinên xwe de, Ednan Muftî daxwaz ji partiyên siyasî kir ku dersê ji xeletiyên borî werbigirin û got: “Îro xelk daxwaza yekrêziyê û çarekirina jiyara xwe dike. Eger nav mala Kurdan hevgirtî nebe û em pêkve xebatê nekin, mistehîl e ku em bikarin daxwazên xelkî bi cih bînin.”
Navborî herwesa daxwaz ji endamên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê jî kir ku bi zûtirîn dem li ser astengiyan zal bibin, parlamenê çalak bikin û hikûmeta nû ava bikin. Herwesa got: "Tenê bi vê rêyê em dikarin bi yek gotara siyasî serederiyê li gel Bexdayê bikin."
Li ser aloziyên di navbera du hêzên sereke de, wî pêşniyara çareseriyê pêşkêş kir û tekez kir: "Divê mektebên siyasî yên PDK û YNKê li ser asta herî bilind rûnên û arêşeyên xwe çare bikin. Ev rewş tenê bi qebûlkirina rastiyan çareser dibe, ne bi heza partiyekê an kesekî, ji ber ku daxwazên şexsî û partiyan me nagihînin tu encaman."
Ednan Muftî bi tundî li dijî daxwaza hilbijartinên pêşwext yan dubarekirina hilbijartinan rawestiya û hişyarî da: "Divê parlamen bi zûtirîn dem bicive û nabe bi tu awayekî hizir di dubarekirina hilbijartinan de bê kirin, ji ber ku ev pêngav dê duberekiyan zêdetir û mezintir bikin."
Di dawiya axaftina xwe de, Muftî bal kişand ser lawaziya Kurdan di meydana siyasî ya Iraqê de û ragihand: "Di vê dema dawiyê de ji ber ku em ne yekgirtî bûn, li Bexdayê roleke me ya bihêz tune bû.”
Karê partiyên Kurdan di parlamena Iraqê de wekî pêdivî nîne û yekhelwest nebûn, belkî mixabin aloziyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jî birine nav parlamena Iraqê." Tekez jî kir ku divê her dem arêşe bi hevfêmkirin û diyalogê bên çarekirin û berjewendiya gel li pêş her tiştî be.