2 tanker bi petrola Iraqê di Tengava Hurmizê re derketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Du tankerên mezin ên ku petrola xav a Iraqê hilgirtibûn, ji Tengava Hurmizê derbas bûn. Ev pêşketin wekî nîşaneya geşbûna hêviyên ji bo asayîbûna hinardekirina petrola Iraqê tê dîtin ku ev demeke dirêj e ji ber krîzên siyasî tengav li ber keştiyan hatibû girtin.
Li gorî daneyên deryavaniyê, îro Çarşemê (20ê Gulana 2026an) serê sibê, du tankerên Çînî ku nêzîkî 4 mîlyon bermîl petrola xav a Iraqê hilgirtibûn, bi silametî di tengavê re derbas bûne.
Iraq yek ji wan welatan e ku ji girtina Tengava Hurmizê herî zêde zirar dîtiye. Ji ber ku Iraq ji bo hinardekirina petrola Besrayê bi temamî pişta xwe bi vê rêya deryayî girê dide. Ev petrol bi taybetî ji bo bazarên Asyayê û bi taybetî ji bo welatê Çînê tê şandin.
Piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, Tehranê Tengava Hurmizê li ber keştiyên bazirganiyê girtibû. Vê biryarê nirxê petrol û gazê di bazarên cîhanê de pir bilind kiribû. Îranê şert danîbû ku her keştiyeke derbas dibe divê destûrê ji wan wergire û ne girêdayî welatên di nav şer de be. Di bersivê de, Amerîkayê jî dorpêçeke deryayî li ser keştiyên Îranê sepandibû.
Lê di rojên dawî de tevgera li tengavê zêde bû, ajansa “Fars” ragihandibû, keştiyeke Îranî ya ku gaza şil (LPG) hilgirtibû, karîbû roja 18ê Gulanê dorpêça deryayî ya Amerîkayê bişkîne û ji Hindistanê bigihîje bendera girava Xargê ya Îranê.
Ajansa Bloomberg jî roja 14ê Gulanê ragihandibû ku 9 tankerên petrol û gazê di tengavê re derbas bûne.