Serok Barzanî: Pêşmerge şanaziya herî bilind e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de got, “Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine û ev erkê pîroz girtine ser milê xwe.” 

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, 20ê Gulana 2026an, peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" weşand û tê de, silav li diyanê şehîdan û hemû Pêşmergeyên ku niha li ser erkê xwe ne, kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Silav li giyanê pak ê wan Pêşmergeyên ku xwîna wan a sor, bûye hevênê azadî û serbilindiya gelê wan û di wê rêyê de şehîd bûne."

Serok Barzanî derbarê Pêşmergeyên li ser sengeran de got: "Silav li hemû wan qehremanên ku riya Pêşmergetiyê hilbijartine û ev erkê pîroz girtine ser milê xwe; ez çavên wan maç dikim. Pêşmerge şanaziya herî bilind e."