Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Rêkeftina ligel Herêma Kurdistanê ‘destkefteke mezin e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê fermana destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê da; ev wek pêngaveke stratejîk tê dîtin ji bo dabînkirina dahatê û dîtina rêyên alternatîf ji bo hinardekirina petrola Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 20ê Gulanê di civînekê ligel kadroyên Wezareta Petrolê de, tekezî li ser pêwîstiya lezkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêma Kurdistanê kir. 

Her wiha Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed Xuzeyr, rêkeftina dawî ya navbera Bexda û Herêma Kurdistanê ya derbarê dosyeya petrolê de wek "destkefteke mezin" binav kir, ku dê bibe sedema parastin û geşepêdana samanên niştimanî.

Ev biryara serokwezîr a ji bo çalakkirina hinardekirina petrolê bi rêya Herêmê û boriyên alternatîf, wek planeke awarte tê, ji bo rûbirûbûna egerên girtina Tengava Hurmizê û rawestina hinardekirina li başûrê welat. Hikûmet dixwaze bi rêya zêdekirina dergehan û hinardekirina bejayî ya bi rêya welatên cîran, rê li ber her qeyraneke darayî bigire.

Wezîrê Petrolê ragihand, Iraq dê heta sala 2029an şewitandina gaza ku bi petrolê re derdikeve bi temamî rawestîne. Herwiha ji bo mîsogerkirina projeyên stratejîk ên mîna 'Şems el-Basra', daxwaza budçeyeke 5 salî ya sabît kir.

Di civînê de hat diyarkirin ku Wezareta Derve bi welatên cîran re di hevahengiya berdewam de ye, ji bo cîbicîkirina wan rêkeftinên taybet bi hinardekirina petrolê ya bi rêyên bejayî, daku di rewşa nearam a navçeyê de, alternatîfên amade di destê Iraqê de hebin.