Rêber Ehmed: Parastina jîngehê û milkê giştî pêvajoyeke rojane û domdar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro 21ê Gulanê li dîwana parêzgeha Hewlêrê serokatiya civîneke berfireh a Komîteya Bilind a "Parastin û Başkirina Jîngehê" kir. Civîn taybet bû ji bo diyarkirina nexşerêyeke tund ji bo parastina jîngehê û rêgirtina li binpêkirinên li ser milkê giştî.
Di civînê de Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw, Serpereştiyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb, fermandarên saziyên ewlehiyê, polîs, parastina sivîl û berpirsên şaredarî û jîngehê yên Hewlêr û Soranê amade bûn.
Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di destpêka civînê de bal kişand ser nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û got: "Serokwezîr Mesrûr Barzanî giranî û pêşîniyeke tam dide mijara parastina jîngehê û rûbirûbûna binpêkirinan. Ew bi xwe van gavan ji nêz ve dişopîne û li bendê ye ku encamên berbiçav û bi bandor bên bidestxistin."
Di civînê de hat tekez kirin ku bingeha serkeftina stratejiya jîngehê, bilindkirina hişyariya welatiyan e. Ji bo vê yekê ev biryar û pêşniyar hatin kirin:
- Mijarên parastina jîngehê bikevin nav bernameyên xwendinê yên dibistanan.
- Dezgehên ragihandinê û rêxistinên civakî di vî karî de werin beşdarkirin.
- Paqijiya seyrangeh, daristan û parkên sirûştî were parastin.
- Li dijî kesên ku sirûştê qirêj dikin yan ziyanê digihînê, cezayên yasayî yên giran werin birîn.
Mijara binpêkirinên li ser zevî û milkên dewletê jî xaleke sereke ya civînê bû. Hat destnîşankirin ku divê prensîpa "wekheviya li pêşberî qanûnê" pêk were û çav li ti binpêkirinekê neyê girtin. Ji bo vê yekê:
- Yekîneyên îdarî yên Hewlêr û Soranê hatin erkdarkirin ku tavilê gavan bihavêjin.
- Li dijî her kes yan aliyekî ku hewl bide dest deyne ser milkê dewletê yan li dervayî qanûnê binpêkirinan bike, tedbîrên tund ên yasayî werin girtin.
Di dawiya civînê de hat diyarkirin ku parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê ne tenê xebateke demsalî yan demkî ye; lê belê pêvajoyeke rojane, domdar û herdemî ye ku hemahengiyeke xurt di navbera saziyên hikûmî û welatiyan de dixwaze.