Mesrûr Barzanî pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir û got: "Ez bi dîtina wî kêfxweş bûm û em şanaziyê bi wî dikin."

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsandiye: "Ez bi dîtina qehremanê Kurd kekê Namo Fazil kêfxweş bûm."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa gotiye: "Em şanaziyê bi Namo Fazil dikin û em dê li ser handan û piştgirîkirina wî berdewam bin."

Qehremanê Kurd Namo Fazil li roja Şemiyê, 16ê Gulana 2026ê, di tevlîbûna xwe ya dawiyê de di qehremaniya hunerên şerî de li Amerîkayê, li bajarê Los Angelesê, li beranberî hevrikê xwe Jake Babian bi ser ket.

Serkeftina mezin a Namo Fazil li ser Netflixê bi milyonan bîneran hebûn, bi manşêteke mezin jî hatibû nivîsandin: "Namo Fazil stûyê Jake girt, hema mabû ku ew xeniqandiba."

Namo Fazil, ku pir caran wekî "Neviyê Selahedîn" tê binavkirin, di hemî qehremanî û şeran de bi ala Kurdistanê diçe meydana şer û di nav 10 şeran de tenê di serekî de bi ser neketiye, û dibe ku di paşerojeke nêzîk de derfeta tevlîbûna di qehremaniyên cîhanî yên UFCyê de jê re peyda bibe.

Namo Fazil piştî serkeftina xwe di daxuyaniyekê de ragihandibû: "Min ruhê şer, ceng û xweragiriyê ji Kurdan wergirtiye, û Kurd hemî Pêşmerge ne û ji mirinê natirsin."