Reuters: Mucteba Xamineyî ferman daye uranyuma zengînkirî di hundirê Îranê de bimîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ji zarê çavkaniyên Îranî veguhestiye ku Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî rênimayiyek derxistiye û tê de tekez dike ku bi tu awayekî nabe uranyuma zengînkirî bo dervayî Îranê bê şandin. Ev biryar pêvajoya danûstandinan ber bi herifînê ve dibe.
Ajansa nûçeyan a Reutersê îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) ji çavkaniyên Îranî veguhestiye ku Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî helwesta Tehranê li hember yek ji daxwazên sereke yên Amerîkayê hîn tundtir dike, ku ev pêngav dê pêvajoya danûstandinan aloztir bike.
Reutersê destnîşan jî kiriye ku ev biryara rasterast a Xamineyî dibe ku bibe sedema tûrekirina Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû ku wî baweriyeke temam heye ku rêyê li Îranê bigirin ku nebe xwediya çekên atomî yan zengînkirina uranyumê.
Trump di daxuyaniyekê de dabû zanîn ku Îraniyan jê re gotiye ku ew dê pêvajoyê rawestînin, lê wî tekez kiribû ku Waşinton rêyê nade Tehran bibe xwediya çekê atomî ji ber ku ew dê bi kar bînin. Herwesa gotibû: "Pêdivî nake em lezê bikin ji ber ku dorpêçeke me ya aborî heye ku rêyê li ber gihîştina pereyî bo deshilata Îranê digire."
CNN: Trump bi rengekî cidî li ser destpêkirina şerekî mezin difikire
Ji aliyekî din ve jî, tora nûçeyan a "CNN"ê ya Amerîkayî belav kiriye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump niha bi rengekî cidî li ser destpêkirina êrîşên serbazî yên mezin li dijî Îranê difikire, bi taybetî piştî ku sebra wî ya li hember berdewambûna girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Tehranê ve nemaye.
Li gorî zanyarên CNNê, Trump ew pêşniyara 14 xalî ya aştiyê ya ku Îranê bi rêya Îslamabadê şandibû ji bo bidawîanîna şer wekî tiştekî ehmeqane bi nav kiriye û ragihandiye ku lihevkirina agirbestê ya niha di rewşeke pir xirab de ye û xeteriya destpêkirina serekî din her deqîqe nêzîktir dibe.