Mesrûr Barzanî û Samerayî pêşxistina hevahengiya Hewlêr û Bexdayê tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Taybet ê Serokwezîrê Federal tekez li ser çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê kir. Hevdem her du aliyan amadekariyên seredana paşerojê ya Mesrûr Barzanî bo Bexdayê nîqaş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Pêncşemê, 21ê Gulana 2026ê) pêşwaziya Şêwirmendê Taybet ê Serokwezîrê Iraqa Federal Bekir Samerayî kir.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka vê hevdîtinê ragehandinek belav kir; di wê daxuyaniyê de hatîye eşkerekirin ku di wê civînê de tekez li ser giringiya pêşxistina hevahengiyê di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û federal de hat kirin, bi merema çareserkirina arêşeyên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de li ser bingeha bendên destûra Iraqê.
Li gorî wê daxuyaniyê, di pareke din a wê civînê de, her du aliyan danûstandin li ser amadekariyên pêdivî bo seredana fermî ya paşerojê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo bajarê Bexdayê kirin.