Zeydî: Em rêyê nadin axa Iraqê bo êrîşkirina li ser welatên cîran bê bikaranîn

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî careke din ew êrîşên ku li ser her du welatên Erebistana Siûdiyeyê û Îmaratê hatibûn kirin şermezar kirin û ragihand; lîjneyeke bilind a lêkolînê bo lêkolîna sedema bikaranîna axa Iraqê di wan êrîşan de hatiye avakirin.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) ragihand: "Em careke din wan karên tawankarî yên ku li ser axa her du welatên Siûdiye û Îmaratê hatine kirin şermezar dikin." Eşkere jî kir ku di civîna yekê ya Encûmena Wezarî bo Ewlehiya Neteweyî de, rênimayî bo avakirina lîjneyeke bilind daye, daku hûrgilî û rastiyên li pişt wan êrîşan bên eşkerekirin.

Serokwezîrê Iraqê tekez li ser giringiya hevahengiyê li gel welatên cîran kir û ragihand: "Divê ev lêkolîna me bi awayekî hevpar ligel Siûdiye û Îmaratê bê kirin, daku em haydarî hemî belgeyan bin û bizanin ka gelo axa Iraqê di wan êrîşan de hatiye bikaranîn yan na."

Elî Zeydî herwesa got: "Ev pêngava me bo wê yekê ye ku em hemî rêkarên ewlehî û qanûnî li beranberî her kes û komeke ku destê wan di vî karî de hebe bi cih bînin."

Navborî herwisa bal kişand ser helwesta Bexdayê û got: "Em bi hemî awayan red dikin ku ax û asmanên Iraqê bibin cihê êrîşkirina li ser welatên bira û dost." Wî tekez jî kir ku hikûmeta wî kar dike, daku Iraq bibe devereke aram bo bihevgihîştina berjewendiyên hevpar, ne ku bibe çavkaniya gefan li ser welatên deverê.

Ev ragihandina Serokwezîrê Iraqê di demekê de ye ku di çend rojên borî de bi rêya dronan êrîşî jêrxaneya Siûdiye û Îmaratê hatibû kirin; piştre berpirsên wan her du welatan ragihandibûn ku li gorî zanyarên wan, ew dron ji nav axa Iraqê hatine avêtin.