Namo Fazil: Pîrozbahiya Serok Barzanî bo min ji serkeftina min girîngtir bû

Namo Fazil
Namo Fazil

Navenda Nûçeyan (K24) – Qehremanê Kurd ê lîstika hunerên şer Namo Fazil eşkere kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nasnavê "Şêrê Kurdan" pêşkêşî wî kiriye û soza piştgiriyeke berdewam daye wî. Hevdem tekez jî kir ku ev piştgiriya mînevî ji serkeftina di her qehremaniyekê de li bal wî giringtir e.

Qehremanê navdar ê Kurd Namo Fazil di lîstikên hunerên şer de îro (Înî, 22ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku peyamên piştgirî û pîrozbaniyê yên Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bandoreke mezin li ser wî hebû.

Namo Fazil eşkere jî kir: "Pîrozbahî û pitgiriyên Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bal min ji serkeftina di wê qehremaniyê giringtir e; herwisa ez bi dîtina wan serbilind û dilxweş bûm." Tekez jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî soz daye wî ku berdewam piştgiriya wî bike, herwisa nasnavê "Şêrê Kurdan" pêşkêşî wî kiriye.

"Hewlêr ji Dubey xweştir û mezntir e"

Li ser seredana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û dîtina pêşkeftina nû, wî werzîşvanê Kurd ecûbmana xwe bi asta pêşkeftina Hewlêra paytext diyar kir û ragihand: "Hewlêr ji Dubey xweştir û mezntir e."

Di pareke din a axaftina xwe de, Namo Fazil bal kişand ser peyama xwe ya neteweyî li qadên navdewletî û got: "Bikaranîna tesbîhan û lixwekirina şelwarê Kurdî sembolên nasnameya min a neteweyî ne. Ez dixwazim bi rêya lîstikên cîhanî çand û sembolên Kurdan bi cîhanê bidim nasandin û ez pir şanaziyê jî pê dikim."

Qehremanê Kurd Namo Fazil li roja Şemiyê, 16ê Gulana 2026ê, di tevlîbûna xwe ya dawiyê de di qehremaniya hunerên şerî de li Amerîkayê, li bajarê Los Angelesê, li beranberî hevrikê xwe Jake Babian bi ser ket.

Serkeftina mezin a Namo Fazil li ser Netflixê bi milyonan bîneran hebûn, bi manşêteke mezin jî hatibû nivîsandin: "Namo Fazil stûyê Jake girt, hema mabû ku ew xeniqandiba."

Namo Fazil, ku pir caran wekî "Neviyê Selahedîn" tê binavkirin, di hemî qehremanî û şeran de bi ala Kurdistanê diçe meydana şer û di nav 10 şeran de tenê di serekî de bi ser neketiye, û dibe ku di paşerojeke nêzîk de derfeta beşdarbûna di şampiyoniyêntevlîbûna di qehremaniyên cîhanî yên UFCyê de jê re birexsepeyda bibe.

Namo Fazil piştî serkeftina xwe di daxuyaniyekê de ragihandibû: "Min ruhê şer, ceng û xweragiriyê ji Kurdan wergirtiye, û Kurd hemî Pêşmerge ne û ji mirinê natirsin."

Serok Mesûd Barzanî roja paştir (Yekşem, 17ê Gulana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X” di peyamekê de pîrozbahî li qehremanê navdewletî Namo Fazil kir û got: "Namo Fazil cihê şanaziya hemî Kurd û Kurdistanê ye, ez destxweşiyê lê dikim û hêviya serkeftin û pêşengbûnê bo wî dixwazim."

Herwisa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî duhî (Pêncşem, 21ê Gulana 2026ê) pêşwaziya qehremanê Kurd Namo Fazil kir û got: " Ez bi dîtina qehremanê Kurd kekê Namo Fazil kêfxweş bûm.” Herwesa ragihand: “Em şanaziyê pê dikin û em dê li ser handan û piştgirîkirina wî berdewam bin."