Bizava Aştiya Navxweyî: Nifşên nû divê bi felsefeya neteweyî mezin bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê Bizava Aştiya Navxweyî bi kongreyekê, damezirandina xwe ragihand. Damezirênerên Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) amaje kirin demeke ku li Tirkiyê pêvajoya çareseriya pirsa kurd dimeşe û rojhilatanavîn nav qeyraneke kurde de ye ku pêkanîna yekîtiya kurdan pêdiviya sereke ya neteweyî ye û hat ragihandin ku dê li Bakurê Kurdistanê di demeke kin de şaxên nu yên BANê werin vekirin.
Bizava Aştiya Navxweyî ya ku demek e li Bakurê Kurdistanê kar û xebatên xwe dimeşîne li Diyarbekirê li avahiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi awayeke fermî kongreya xwe ya damezirandinê lidar xist. Di Bizava Aştiya Navxweyî de siyasetmedar, akademisyen, karsaz, hunermend û nunerên saziyên sivîl jî cih digirin. Di axaftinên kongreyê de bal hate kêşan ku gelek caran hewla pêkanîna aştî û yekîtiya navxweyî hatiye dayîn lê ev yek pêk nehatiye ku divê vê carê bi rêbazek cawaz aştiya navxweyî û yekîtî pêk were ku konjonktür jî vê yekê pêwîst dike.
Serokê Bizava Aştiya Navxweyî (BAN) Ahmed Kanî ji K24ê re got: “Ji me re tê gotin ku pêkanîna aştiya navxweyî û yekîtî gelek zahmet e û me jî rêbazek daye pêşiya xwe ku emê ji malbatê dest pê bikin ku nifşên nû divê bi felsefeya neteweyî mezin bibin, paşê derbasî civaka kurd bibin û paşê jî serweriya siyasî bi dest bixin û navbera partiyên siyasî de bibin pir.”
Beşdarên kongreya damezirandina Bizava Aştiya Navxweyî bal kêşandin ku divê kurd nêrîn û îdeolojiyên xwe deynin aliyekê û astengî û dîwarên navbera xwe de bidin rakirin û rê li ber pêkanîna aştiya navxweyî bidin vekirin.
Karsaz Osman Karavîl got: “Beriya her tiştî divê kurd ji hev hez bikin, divê rêzê li hev bigirin, divê tehemmula hev bikin, divê rumetê bidin hev.”
Rêveberê Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk Ahmet Ertak jî got: “Di dîrokê de dema têkçunên kurdan dinihêrin em dibînin ku sedema bingehîn pêknehatina yekîtiya kurdan e ku ji ber wê yekîtî giring e.”
Biryar e ku Bizava Aştiya Navxweyî di rojên pêş de li Wan, Mêrdîn û Stenbolê jî şaxên xwe yên nu bide vekirin û xebatên xwe berfirehtir bike.