Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke bilind a hikûmetê gihîşt Bexdayê û dê du rojan li paytexta Iraqê bimîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serê sibê roja şemiyê, 23ê Gulana 2026an, bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmetê, ji Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Bexdaya paytexta Iraqê ve bi rê ket.
Di serdana xwe ya ku dê du rojî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê bi Serokwezîrê nû yê Federal Elî Zeydî, Serokê Perlemanê Heybet Helbûsî, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan û hejmarek ji serokên hêzên siyasî yên Şîe û Sunne yên ku di qad û proseya siyasî ya Iraqê de bandordar in re bicive.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînan de ligel gotûbêjkirina guhartin û geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê, dê guftûgû li ser çareserkirina pirsgirêkên hilawistî yên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê werin kirin.