Kurdistan24 naveroka serdana Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê aşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê (23.05.2026) bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Iraqê, Bexdayê. Armanca sereke ya vê serdanê, çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê û gotûbêjkirina proseya temamkirina kabîneya nû ya Iraqê ye.
Li gorî zanyariyên ku Kurdistan24ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê îro piştî nîvro bi Serokwezîrê nû yê Iraqê, Elî Zeydî re bicive.
Di hevdîtina bi Elî Zeydî re, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê tekezî li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bike. Tê payîn ku Mesrûr Barzanî destnîşan bike ku Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hemberî hikûmeta federal bicih anîne, lewma divê mafên wê yên destûrî jî bi temamî werin dabînkirin.
Herwiha, di civînê de mijara temamkirina kabîneya Elî Zeydî tê nîqaşkirin, ji ber ku heta niha 9 wezîrên kabîneya nû hîn dengê baweriyê ji parlamenê wernegirtine.
Serdana Mesrûr Barzanî wê du rojan berdewam bike û tê de bi serkirdeyên herî bandor ên siyasî û hikûmî re bicive:
- Di roja yekem de: Mesrûr Barzanî bi Heybet Helbûsî, Fayeq Zêdan, Musena Sameraî, Mihemed Helbûsî, Hadî Amirî, Heyder Ebadî, Falih Feyaz û Ehmed Esedî re hevdîtinan pêk bîne.
- Di roja duyem de: Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Xemis Xenjer, Qasim Arecî, Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî, Qeys Xezelî, Adil Ebdulmehdî, Humam Hemûdî, Esed Îdanî û Eyad Elawî re bicive.
Ev serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wekî nîşaneya "niyazpakiyê" ya Hewlêrê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan tê dîtin.