Mesrûr Barzanî: Em piştgiriya hikûmeta nû ya Iraqê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Şemiyê (23.05.2026) li Bexdayê li gel Serokwezîrê nû yê Iraqê Elî Zeydî civînek pêk anî. Di civînê de tekezî li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê û xizmetkirina hemû pêkhateyên Iraqê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Serokwezîr Elî Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji bo kabîneya wî xwest. Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina hikûmeta federal nîşan da, da ku karibe xizmeta hemû pêkhate û welatiyên Iraqê bêyî cudahî bike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de bal kişand ser nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got: “Ji bo me girîng e ku kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin. Di vê proseyê de divê rêz li qewara federal a Herêma Kurdistanê were girtin.”
Serokwezîrê Federal Alî Zeydî jî dilxweşiya xwe bi serdana Mesrûr Barzanî anî ziman û tekezî li ser ruhê hevbeşiyê kir û got: “Em hemû di vî welatî de hevbeş in. Armanca me ya sereke çareserkirina pirsgirêkan, gihîştina lihevkirinan û xizmetkirina hemû welatî û pêkhateyan e bêyî ku ti cudahî bikeve navberê.”
Di dawiya civînê de, her du alî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiyê di navbera her du hikûmetan de li hev kirin. Hat destnîşankirin ku bi rêya diyalog û koordînasyonê wê hewl bidin hemû astengî û pirsgirêkên li pêşiya pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê derbas bikin.