Mesrûr Barzanî: Divê rola parlamena Iraqê di çareserkirina kêşeyan de hebe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya li Bexdayê de, îro Şemiyê (23.05.2026) li gel Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de giranî hate ser rola parlamenê wekî saziyeke girîng a qanûndanerînê. Her du alî hevnêrîn bûn ku divê parlamen di xizmetkirina hemû pêkhateyên Iraqê û dîtina çareseriyan de roleke aktîf bilîze.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Mesrûr Barzanî û Heybet Helbûsî li ser pêwîstiya çareserkirina hemû kêşeyên hilpesartî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevnêrîn bûn.
Di vê derbarê de tekezî li ser girîngiya amadekirin û pesendkirina hejmarek projeyasayên nîştimanî hat kirin ku mafên hemû pêkhateyan biparêzin; ev yek jî li ser bingeha rêzgirtina li sîstema federal û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê be.