Mesrûr Barzanî û Ebadî çaksaziyên Hikûmeta Herêmê gotûbêj kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Nesir, li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hikûmeta federal, bi awayekî dadperwerane û wekhev, xizmeta hemû welatî û pêkhateyên welat bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulana 2026an, danê êvarê li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî civiya.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de derbarê proseya siyasî û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê de danûstandina bîr û raman hat kirin. Herdu alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hikûmeta federal, bi awayekî dadperwerane û wekhev, xizmeta hemû welatî û pêkhateyên welat bike.
Di beşeke din a guftûgoyan de, ronahî hate xistin ser çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sektorên cuda de.