Mesrûr Barzanî: Çareseriya hertimî tenê bi rêzgirtina li destûrê ava dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku di civînên wî yên li Bexdayê de hatiye tezekirin ku çareseriya hertimî û nehêlana arêşeyan tenê li ser bingehê danûstandin, hevpariya rastîn û rêzgirtina li destûra federal ava dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) peyamek li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê belav kir û tê de behsa civîn û hevdîtinên xwe yên duhî (Şemî, 23ê Gulana 2026ê) yên li paytexta Iraqê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsiye: "Roja Şemiyê li Bexdayê, me tekezî li ser wê yekê kir ku çareseriya hertimî tenê bi bingeha danûstandin, hevpariya rastîn û rêzgirtina li destûrê ava dibe."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Şemî, 23ê Gulana 2026ê) di çarçoveya seredaneke dîplomatîk a berfireh bo Bexdayê de, çend civînên giring li gel serokatiya her sê desthilatên federal (Bicihanîn, Qanûndanan û Dadwerî) kirin.

Piştgiriya Hewlêrê bo Kabîneya Nû ya Iraqê

Amanca serekî ya vê livîna dîplomatîk a berfireh a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihandina piştgiriya fermî ya Herêma Kurdistanê bo biserxistina kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bû, bi merema xizmetkirina wekhev a hemî welatiyan.

Her di wan civînan de bizavên cidî bo misogerfkirina yekdengiyeke neteweyî hatin kirin, daku arêşeyên hilawestî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rengekî bingehîn bên çareserkirin; ku tê de tevahiya aliyan li ser pêdivîtiya rêzgirtina li qewareya fermî û federalî ya Herêma Kurdistanê, dûrxistina qanûnên neteweyî û vegeriyana ber bi destûrê hevnerîn bûn, daku hemî astengiyên siyasî û aborî bên rakirin.