Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî bo sererastkirina pêvajoya siyasî hevnerîn in

Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî
Mesrûr Barzanî û Nûrî Malikî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya seredana xwe ya dîplomatîk de bo paytexta federal, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa civiya. Her du alî li ser karkirina hevpar ji bo sererastkirina rewşa pêvajoya siyasî li ser bingeha hevparî, hevsengî û hevdengiyê hevnerîn bûn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) di berdewambûna hevdîtin û civînên xwe yên fermî de li Bexdayê, li gel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî civiya.

Her du alî li ser karkirina hevpar di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo rûbirûbûna astengiyan û parastin û pêşxistin û sererastkirina rêya pêvajoya siyasî li Iraqê, li ser bingeha rêzgirtina li bingehên hevparî, hevsengî û hevdengiya neteweyî û parastina mafên gişt pêkhateyan hevnerîn bûn.

Piştî bidawîbûna wê civînê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî paştir di daxuyaniyeke rojnamevanî de jî naveroka danûstandinên xwe eşkere kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe bi dîtina Nûrî Malikî diyar kir û ragihand: "Em bi dîtina dozt û kesatiyê bibandor ê vî welatî, rêzdar Dr. Nûrî Malikî gelek gelek dilxweş in. Em rêzeke yekcar mezin didin xebat û westiyana cenabê wî; ew dostekî nêzîk ê gelê me ye. Em gelek dilxweş in ku em di xizmeta cenabê wî de bûn.”

Li ser naveroka civîna xwe, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Me behsa komek ji wan dozan kir ên ku ji bo Iraqê, peywendiyên di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de û herwisa rewşa ku îro li deverê derbaz dibe giring in. Li ser tevahiya wan xalên ku me behs kirine, dîtin û nerînên me pir nêzîkî hev in."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere jî kir: "Em li ser vê mijarê hevnerîn bûn, ku ew bizavên ji bo têkdana ewlehiya deverê û vî welatî hene, û herwisa ew binpêkirin û lêdanên ku li dijî qanûnê tên kirin, divê bên sererastkirin. Me di vî warî de gotinên baş kirine û îşela em dê li ser peywendiyê berdewam bin û em dê bizavê bikin ku hemî bi hev re Iraqê ber bi asoyeke ron ve bibin."

Malikî: "Pêdivîtiya sererastkirina rewşa pêvajoya dêmokrasiyê heye"

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî ji aliyê xwe ve bixêrhatineke germ li Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şandê pê re kir û got: "Çawa ku ew peywendiya dîrokî ya ku me li hev dicemîne ji dîrokeke xebatgerî û peywendiyeke baş pêk tê, li ser vê bingehê jî hevdîtina me dostane û erênî bû."

Malikî eşkere jî kir ku wan di wê civînê de bal kişand ser hinek pirsên serekî yên giring bo tevgera dêmokrasî û neteweyî û got: "Me bi hûrbînî behsa vê paşveçûna dêmokratîk kir a ku li dawiyê rûda; bi taybetî di mijarên girêdayî helbijartinan û dengdana li ser berbijarên kabîneya hikûmetê.”

Navborî tekez jî kir “Dîtin û nerînên me hempa bûn, û em wisa dibînin ku pêdivîtiyek bo sererastkirina wê rêye heye, ya ku pêvajoya dêmokrasiyê tê re derbaz bûye û tûş bûye. Helwestên me herdem hempa û di astê hevfêmkriinê de ne."