Xezelî: Ez hêvî dikim kêşeyên Hewlêr û Bexdayê werin çareserkirin û di demeke nêz de serdana Kurdistanê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Emîndarê Giştî yê Asaîb Ehlî Heq, Qeys Xezelî hêvî kir ku serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê bibe destpêka çareseriyeke bingehîn û yekcarî ya nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Xezelî herwiha amadehiya xwe nîşan da ku di demeke nêz de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Qeys Xezelî îro Yekşemê (24.05.2026), piştî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di konferanseke rojnamevanî de naveroka civînê û nêrîna xwe ya li ser peywendiyên her du aliyan aşkere kir.

Qeys Xezelî di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina Mesrûr Barzanî kir û got: "Ez bixêrhatina birayê xwe yê hêja Kek Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê dikim. Ew li vê derê her dem tê pêşwazîkirin û li vî bajarî mêvanê me ye."

Xezelî diyar kir ku ew hêvî dike ev serdan bibe sedema xurtkirina peywendiyên dualî û rakirina hemû kêşeyên hilpesartî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku bi salan e berdewam dikin.

Emîndarê Giştî yê Asaîb Ehlî Heq bal kişand ser dema serdanê û got, di bin sîbera pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû de, girîngiyeke mezin ya van hevdîtinan heye û got: "Di vê qonaxa hestiyar a navçeyê de, ev têgihiştin giranî û girîngiya xwe hene. Înşelah ev gav dê bikevin xizmeta tevahiya gelê Iraqê û aramiya navçeyê."

Qeys Xezelî ragihand, ew dixwazin van civînan berdewam bikin û di demeke nêz de ew bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê bike. Xezelî got: "Ez li benda wê me ku Kek Mesrûr careke din serdana me bike. Lê niha ev bûye wezîfeyeke li ser milê me ku êdî em jî serdana wan li Herêma Kurdistanê bikin."