Naveroka civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Adil Ebdulmehdî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, li gel Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye gotin ku, êvariya îro Yekşemê 24ê Gulana 2026an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî civiya.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Adil Ebdulmehdî bal kişand ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê û pesnê rol û rêbertiya dîrokî ya Serok Barzanî wekî rêberekî nîştimanî li Kurdistan, Iraq û navçeyê da.
Herwiha behsa girîngiya serdana Serokwezîr ya ji bo Bexdayê kir ku wê roleke erênî û baş di çareserkirina kêşeyan û nêzîkkirina aliyên siyasî de bi rêya diyalog û têgihiştinê hebe.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgirî û helwesta dostane ya Adil Ebdulmehdî ya li hemberî mafên rewa û destûrî yên xelkê Kurdistanê kir.