Berdevkê PDKê: Li Bexdayê şîroveyên şaş ji bo Herêma Kurdistanê hatine kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, di peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de hinek sarî çêbûbû, lewma serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo asayîkirina rewşê gelekî giring e. Mihemed herwiha bal kişand ser rewşa navxweyî ya Kurdistanê û got, ji bo derbasbûna xitimîna siyasî, hevdîtinên ligel aliyên din ên Kurdistanî pêwîst in.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 24ê Gulanê ji Kurdistan24ê re diyar kir ku civînên Mesrûr Barzanî yên li Bexdayê wê bandoreke erênî li ser kêmkirina kêşeyan bikin û got: "Peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hinekî sar bûbûn. Ji ber vê sariyê, li Bexdayê hinek şîroveyên şaş ji bo Herêma Kurdistanê dihatin kirin. Serdana Serokwezîr dê bibe sedema asayîkirina peywendiyan û ew astengiyên ku ji bo Hikûmeta Herêmê dihatin afirandin, wê werin çareserkirin."
Mehmûd Mihemed derbarê serdanên PDKê yên ji bo aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê jî agahî dan û destnîşan kir: "Ev serdan ji bo wan aliyên ku di qada siyasî ya Herêmê de beşdar in, pêwîst bûn. Ji ber ku di proseyê siyasî yê Herêma Kurdistanê de xitimînek heye. Ji bo jinavbirina vê xitimînê û çareserkirina kêşeyan, ev serdan û civîn wê roleke sereke bileyizin."