Mesrûr Barzanî û Humam Hemûdî: Divê kêşe di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulanê li Bexdayê li gel Serokê Encûmena Bilind a Îslamî Humam Hemûdî civiya.
Her du alî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta federal hevnêrîn bûn, bi mebesta baştirkirina rewşa xizmetguzariyên giştî û parastina mafên destûrî yên hemû pêkhateyan.
Herwiha serdana Serokê Hikûmetê ya ji bo Bexdayê wekî gaveke erênî hat nirxandin ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi awayekî bingehîn û di çarçoveya destûrê de, li ser bingeha rêzgirtina li prensîpa hevbeşiya rastîn.