Encûmena Bilind a Îslamî: Serdana Mesrûr Barzanî rûpeleke nû bi Bexdayê re vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê wekî gaveke "gelekî erênî" pênase kir û ragihand, ev serdan destpêka qonaxeke nû ye ji bo çareserkirina kêşeyên aborî û siyasî.
Berdevkê Encûmena Bilind a Îslamî Elî Dîfaî îro 24ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê bal kişand ser giringiya dîplomasiya Hewlêrê û bandora wê ya li ser aramiya Iraqê.
Elî Dîfaî: "Serdana Mesrûr Barzanî gelekî serkeftî bû. Wî destpêşxeriyek kir da ku rûpeleke nû di peywendiyên bi Bexdayê re were vekirin, bi taybetî di wan dosyayên giring de ku girêdayî aliyê aborî û siyasî ne."
Berdevkê Encûmenê herwiha got: "Mesrûr Barzanî careke din tekez kir ku berjewendiya Iraqê di berjewendiya hemû pêkhate û parêzgehan de ye. Her destkeftiyek ji bo Herêma Kurdistanê yan ji bo parêzgehên din ên Iraqê hebe, ew di bingeh de destkeftiyek e ji bo tevahiya welat bi giştî."
Elî Dîfaî bal kişand ser koka peywendiyan û got ku dozên giran jî bi rêya hevdîtinan tên çareserkirin û got: "Hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê û serdanên wiha dikarin werin çareserkirin, ji ber ku peywendiyên me yên siyasî û civakî pir kûr û dîrokî ne."
Dîfaî herwiha got: "Armanca sereke ya Serokê Hikûmeta Herêmê serxistina bernameya hikûmetê û gihîştina bi wan armancan e ku xizmeta hemû gelê Iraqê dike."