Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî re civiya. Di hevdîtinê de, Elawî pesnê xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê û pêgeha dîrokî ya Serok Barzanî da, di beramberê de Serokwezîr pêzanîna xwe ji bo helwestên nîştimanî yên Elawî di piştgirîkirina doza Kurd de anî ziman.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2026an, danê êvarê li Bexdayê bi Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Elawî re civiya.

Di hevdîtinê de, Eyad Elawî bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê xebat û têkoşîneke mezin kiriye û qurbaniyên mezin dane û roleke berbiçav di rizgarkirina Iraqê ji dîktatoriyê û anîna sîstema nû ya Iraqê de lîstiye. Her wiha pesnê rol û pêgeha dîrokî ya Serok Barzanî wekî rêberekî nîştimanî yê mezin û bi bandor di dîroka siyasî ya Kurdistan, Iraq û navçeyê de da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasî û pêzanîna xwe ji bo helwesta dostane û piştgiriya berdewam a Eyad Elawî, wekî kesayeteke nîştimanî ya berbiçav a Iraqê, ya ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê nîşan da.