Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Hevpeymaniya Tesmîm re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Tesmîm li ser pêwîstiya pêşxistin û xurtkirina hevkarî, peywendî û karê hevbeş ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û parastina mafên hemû pêkhateyan hevnêrîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên li Bexdayê de, îro 24ê Gulanê bi şandeke Hevpeymaniya Tesmîm bi serokatiya parlamenter Amir Fayiz re civiya. 

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de her du alî li ser pêwîstiya pêşxistin û xurtkirina hevkarî, peywendî û karê hevbeş ji bo baştirkirina rewşa xizmetguzariyan, dabînkirina jiyaneke baştir û parastina mafên hemû pêkhateyan hevnêrîn bûn.