Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Serokê Tevgera Hikme re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya dawîn civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulanê bi Rêberê Tevgera Hikme ya Nîştimanî Emmar Hekîm re civiya.

Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê ligel peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin nirxandin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina kabîneya nû ya hikûmeta federal kirin, ji bo rûbirûbûna astengî û kêşeyên curbicur. Herwiha hat destnîşankirin ku divê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de û bi rêzgirtina li mafên gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyan werin çareserkirin.