Parêzgarê Besrayê: Serdana Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê dê nakokiyan nehêle
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî ragihand: Serkirdayetiya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) stûneke sereke ya proseyê siyasî yê Iraqê ye û roleke wê ya bingehîn di nêzîkkirina aliyan de heye.
Parêzgarê Besrayê Es'ed Îdanî, îro 24ê Gulanê di dema beşdarbûna xwe ya geşta nûçeyan a Kurdistan24ê de ragihand: "Serokatiya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) stûneke sereke ye di proseya siyasî ya Iraqê de û roleke sereke di nêzîkkirina aliyan de dilîze."
Parêzgarê Besrayê amaje bi wê yekê kir ku serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Bexdayê, dê bandoreke rasterast li ser nehîştina nakokiyan hebe û bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê. Herwiha got: "Me di civîna xwe ya ligel Serokwezîr de, behsa hejmarek mijarên girîng û stratejîk kir."
Es'ed Îdanî tekezî li ser giringiya sûdwergirtina ji ezmûna avakirinê ya li Herêma Kurdistanê kir û got: "Pêwîst e li bajarên din ên Iraqê sûd ji ezmûnên serkeftî yên Herêma Kurdistanê werin girtin. Divê federalîzm xizmeta hemû Iraqiyan bike, welatiyên Herêma Kurdistanê jî di nav de."
Navborî hêvî kir ku ev serdan bibe sedema avakirina baweriyê, geşepêdana peywendiyan û avakirina pira peywendiyan a bi hêztir di navbera her du aliyan de.
Derbarê aliyê aborî de, Parêzgarê Besreyê amaje bi projeya "Rêya Geşepêdanê" û "Bendera Fawê" kir û ragihand: "Iraq di ser Herêma Kurdistanê re dibe korîdoreke sereke ber bi Tirkiyê ve. Bi heman awayî, tiştên ku li Herêma Kurdistanê têne hilberandin, dikarin di ser Bendera Mezin a Fawê re bo derve werin hinardekirin."
Herwiha tekez kir, pêwîst e peywendî ligel hemû parêzgehan werin berfirehkirin, bi taybetî di warê danûstandina berhemên çandiniyê de.
Es'ed Îdanî behsa peywendiyên dîrokî yên di navbera Besra û serokatiya Kurd de kir û got: "Amadebûna Mesrûr Barzanî li Bexdayê peyameke pir girîng û erênî ye. Di dîrokê de, Besrayê pêşwaziya serokê nemir Mela Mistefa Barzanî kiriye. Di navbera xelkê Besra û Herêma Kurdistanê de peywendiyeke dêrîn heye û her dem bi germî pêşwaziya hev dikin."