Mesrûr Barzanî: Em kar ji bo kûrkirina peywendiyên dîrokî yên ligel pêkhateyên Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, pêşwazî li hejmarek serokên eşîrên navîn û başûrê Iraqê kir û ragihand; em ji bo kûrkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên Iraqê de kar dikin û piştgiriya wan hêzê dide me.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2026an li ser tora civakî ya (X) peyamek belav kir û tê de nivîsand: "Ez kêfxweş bûm ku li Bexdayê pêşwaziya hejmarek serokên eşîrên navîn û başûrê Iraqê kir."

Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir ku wan tekez li ser kûrkirina peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û pêkhateyên cuda yên Iraqê de kiriye û piştgiriya wan hêzê dide wan.

Ji aliyê xwe ve, serokên eşîrên ku beşdarî hevdîtinê bibûn, rêzeke mezin ji bo Mesrûr Barzanî nîşan dan û ragihandin ku ew cihê rêza hemû gel e. Yek ji serokên eşîran got: "Em bi dîtina cenabê we gelek kêfxweş in, em dixwazin di demeke nêzîk de serdana Herêma Kurdistanê bikin."

Di vê hevdîtinê de ku xwedî rehendeke civakî yê kûr bû, eşîrên ereb çekekî ji cureyê Birno ku temenê wê zêdetirî 115 salan e, wekî diyariyeke sembolîk pêşkêşî Serokwezîr kirin.

Serokên eşîran di dema pêşkêşkirina diyariyê de, bi zimanekî tije rêz ji Mesrûr Barzanî re gotin: "Ev çeka serwerî û şerefa eşîran e. Em vê çekê tenê didin kesên ku xwedî berpirsyariyeke bilind û mezin bin. Cenabê we jî ew berpirsyariya mezin li ser milê we ye û em bi we serbilind in."