Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê û Iraq bi rêzgirtina li destûrê ber bi pêş ve diçin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyameke nû de tekezî li ser sê prensîpên sereke kir, ji bo pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û parastina aramiya Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X) peyamek derbarê pêwendiyên bi Bexdayê re belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rêyên çareseriyê û wiha nivîsî: "Herêma Kurdistanê û Iraq, bi rêzgirtina li destûrê, hevbeşiya rasteqîn û parastina mafên hemû pêkhateyan ber bi pêş ve diçin."

Ev peyam di demekê de tê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdaneke fermî de li Bexdayê ye û rêzehevdîtinên girîng bi serok û serkirdeyên aliyên cuda yên siyasî re pêk anîn.

Armanca van hevdîtinan gihiştina bi hevtêgihiştineke hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên hilawistî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne, ku Mesrûr Barzanî tekez dike divê ev çareserî li ser bingeha destûra Iraqê bin.