Mîrê Qebîleya Himêr: Mesrûr Barzanî serkirdeyeke nîştimanî ye

Îzulereb Muslim Husên
Îzulereb Muslim Husên

Navenda Nûçeyan (K24) – Mîrê Qebîleya navdar a Ereban "Himêr" ragihand ku pêşkêşkirina çekê Brnoyê bo Mesrûr Barzanî peyameke ron a eşîretên Ereban bû, ku pêkve berevaniyê ji tevahiya Iraqê bikin, ji ber ku binemala Barzanî merceeke nîştimanî ya mezin e. Wî bi tundî birîna qût û nedana mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê red kir û siyaseta PDKê bilind nirxand.

Mîrê Qebîleya Himêr Îzulereb Muslim Husên îro (Duşem, 25ê Gulana 2026ê) bû mêvanê bernameya "Basi Roj" li ser ekrana Kurdistan24ê, ku ji aliyê Jîno Mihemmed ve tê pêşkêşkirin. Mîr di vî çavpêkeftinê de bal kişand ser hûrgiliyên dîrokî û civakî yên seredana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo bajarê Bexdayê û tekez kir ku ev seredan nîşana hevgirtina Kurd û Ereban e.

Mîrê Qebîleya Himêr ragihand: "Seredana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê li ser herdu astên siyasî û civakî pir giring û berhemdar bû. Em Mesrûr Barzanî wekî serkirdeyekî nîştimanî dibînin, ku dîroka bab û kalên wî di xebat û merceîyetê de geş e. em şanaziyê bi civîna ligel cenabê wî dikin ji ber ku vê seredanê alozî kêm kirin û dilxweşiyeke mezin xiste nav dilê serokên eşîretan."

Wî bal kişand ser peywendiyên kevn ên di navbera Kurd û Ereban de û got: "Peywendiya binemala Barzanî ligel hozên naverast û başûrê Iraqê ne nû ye; Mela Mistefayê Barzanî peywendiyeke pir xurt ligel hozên Besre, Necef û Babilê hebû, û em heta niha jî wêne û bîranînên wê serdemê diparêzin. Îro Hewlêr û Besre wekî yek in û Kurd û Ereb di ax, xwîn û dîn de hevpar in."

Peyama çeka Brno û rawestandina birîna mûçeyan

Di derheqa pêşkêşkirina çekê Brnoyê bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Mîrê Himêr eşkere kir: "Pêşkêşkirina vî çekê kevn û keleporî nîşana wê yekê ye ku em yek par in. Peyama me bo cenabê wî ew bû ku bi wî çekî berevaniyê ji tevahiya Iraqê bike, ji ber ku dîroka wan ji helwestên niştîmanî tije ye. Ev çek di serdema rejîma berê de jî hevparê me bû û me pêkve xebat pê kiriye."

Mîrê Himêr hestê xwe bo paytexta Herêma Kurdistanê diyar kir û got: "Ez Hewlêrê wekî parêzgeha Babilê dibînim û heta mimkin e li wê derê rehettir jî bim. Ez hêvîdar im ev çanda pêkvejiyan û pêşxistinê ya ku li Hewlêrê heye bo parêzgehên din ên Iraqê jî bê veguhastin. Kurd gelekî aştîxwaz, mirovdost û birayên me yên birastî ne."

Di pişkeke din a gotinên xwe de, Mîr mezhebîtî bi tundî red kir û ragihand: "Kurd û Şîe û Sune birayên hev in. li ser pirsa darayî jî got: Xiraptirîn kar birîna qûtê xelkê û nedana mûçeyên welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Gelê Kurd tam kiriye gelek nexweşiyan, hejî wê yekê nîne ku bi vî rengî serederî pê re bê kirin. Divê arêşe bi rêya diyalogê bên çareserkirin û Kurd jî wekî hemî Iraqiyan bi rûmet bijîn."

Mîrê Qebîleya Himêr li dawiyê jî pesna siyasetên PDKê, Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku karîne Iraqê ji gelek arêşe û şerên wêranker biparêzin û herdem bibin parek ji çareseriya qeyranan.