Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê selimand ku îradeya gelê Kurdistanê ji hemû pîlanan bihêztir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya 50 saliya destpêkirina Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û tê de ragihand: "Şoreşa Gulanê ne tenê pîlanên dijmin û nehezên Kurdistanê têk birin, lê belê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarixwaz a gelê Kurdistanê vekir."
Deqa peyama Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî:
Di salvegera pêncî saliya destpêkirina Şoreşa 26ê Gulanê de, bi rûmet û şanaziyeke mezin ve, em hemû şehîdên serbilind, Pêşmergeyên qehreman, têkoşer û xebatkarên vê şoreşê bibîr tînin; tevî rewşa dijwar a wê demê, wan bi moraleke bilind dest bi xebat, têkoşîn û berevaniya li mafên rewa yên gelê Kurdistanê kirin.
Şoreşa Gulanê, ne tenê pîlanên dijmin û nehezên Kurdistanê têk birin, lê belê asoyeke nû li pêşiya tevgera rizgarixwaz a gelê Kurdistanê vekir û selmand ku daxwaz û îradeya gelê Kurdistanê ji her pîlanekê bihêztir e. Di encamê de, bi saya xweragirî, yekrêzî û hevdengiya gelê me, Raperîn, azadiya welat û gelek destkeftên din ên niştimanî hatin bidestxistin.
Di salvegera pêncî salî û yobîleya zêrîn a Şoreşa Gulanê de, silav li giyanê pak ê Barzaniyê Nemir, Kak Îdrîsê herdem sax û hemû şehîdên Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê.