Mesrûr Barzanî pêşwaziya Mezlûm Ebdî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir. Di hevdîtinekê de, her du aliyan danûstandinên hûrbîn li ser paşeroja Sûriyeyê, parastina tenahiya deverê û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurd kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser guhertin û pêşhatên dawiyê yên rewşa giştî ya Sûriyeyê û pirsa Kurdan li wî welatî li hev guhertin.

Li gorî daxuyaniya wê civînê, her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û tenahiya Sûriyeyê hevnerîn bûn. Her di wê civînê de tekez li ser misogerkirina mafên gelê Kurd û tevahiya pêkhateyên cuda cuda yên Sûriyeyê hate kirin.