Mustefa Ozçelîk: Cejna Qurbanê bila bibe destpêka hevkarî û yekitîya neteweyî û azadîyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Qurbanê weşand. Ozçelik di peyama xwe de bang li hemû aliyên Kurdistanî kir ku vê cejnê bikin wesîleya yekitî û bidestxistina mafên neteweyî.
Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelik îro 27ê Gulanê di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku îsal jî gelê Kurd di bin bandora şer, neheqî û binpêkirina mafên mirovî de pêşwaziya cejnê dike. Ozçelik ji bo her çar perçeyên Kurdistanê hêvî û daxwazên xwe yên siyasî wiha anîn ziman:
Li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejna qurbanê dikin.
Em hêvîdar in ku li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka hûnandina yekîtî û hevkarîyên neteweyî û niştimanî; herweha bibin destpêka bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.
Em hêvîdar in ku li Rojhilatê Kurdistanê ev cejn bibin destpêka rûxandina rejîma Dewleta Îranê; bi hevkarî û yekitîyek neteweyî ya partîyên kurdistanî li ser axa Rojhilatê Kurdistanê bibin destpêka bidestxistina statuyeke milî, cografîk, sîyasî û azadîya gelê Kurdistanê.
Em hêvîdar in ku li Başûrê Kurdistanê, ev cejn li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî bibin wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî; bibin destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî û cibicîkirina madeya 140î.
Em hêvîdar in ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn, bibe destpêka avakirina hevkarî û yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi nûnertîyek hevbeş û bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê; mafên xwe yên statuyeke sîyasî, mafên neteweyî, demokratîk, kulturî û statuyeke sîyasî bidest bixin.
Em hêvîdar in ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev herdu cejn bibin destpêka bidawîanîna şer, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, dadwerî, wekhevî, mafên netewî û microvan; nirx û hişmendîya jîngehê.
Teva hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê û cejna Newrozê ya hemû kurdên cîhanê pîroz dikin.