Mûsa Ehmed: Nêzîkî mîlyarek dînar ji bo alîkariya koçber û kêmderamtan hatiye veqetandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed hûrgiliyên projeyeke berfireh a alîkariyê ji bo rojên Cejna Qurbanê aşkere kirin. Di çarçoveya projeyê de zêdetirî 945 mîlyon dînar ji bo dabînkirina goşt û cilûbergên cejnê hatine veqetandin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, îro Çarşemê 27ê Gulana 2026an, di konferansekî rojnamevaniyê de ragihand, wan ji bo Cejna Qurbanê amadekariyên taybet ji bo malbatên hewcedar, koçber û penaberan kirine.
Mûsa Ehmed destnîşan kir, ji ber ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê wek pêwîst alîkariya kampan nake, wan wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî biryar daye ku li gorî pêdiviyên rojane alîkariyên xwe zêde bikin bikin. Ehmed got ku ew hewl didin valahiya ku ji ber kêmasiya alîkariyên hikûmeta federal çêbûye tije bikin.
Li gorî hûrgiliyên ku hatine parvekirin, proje bi vî rengî dabeş dibe:
- 340 ferde ard û goştê cejnê ji bo 6 hezar û 800 malbatî hatiye dabînkirin.
- Ji bo zêdetirî 325 zarokan, cilûberg û pêdiviyên cejnê hatine amadekirin da ku di rojên cejnê de kêfxweş bibin.
- Bi giştî 26 hezar û 570 malbat, ku dike nêzîkî 135 hezar û 832 kes, dê ji van alîkariyan sûdmend bibin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aşkere kir, heta niha 945 mîlyon û 985 hezar dînarên Iraqî ji bo vê projeya mirovî hatiye xerckirin. Mûsa Ehmed hêvî xwast ku piştgiriyên bo dezgeha wan zêdetir bibin, da ku karibin xizmeta xelkê hewcedar bikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Mûsa Ehmed pîrozbahî li hêzên Pêşmerge, malbatên serbilind ên şehîdan, koçber, penaber û hemû xelkê Kurdistanê kir.