Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata Ehmed Deştî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya Ehmed Deştî, ku Pêşmergeyekî dêrîn û kesayetiyekî naskirî yê ragihandinê bû, sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Îro 27ê Gulanê di peyamekê de ragihand: "Ji ber koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê, hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir, nivîskar û bêjerê dêrîn ê Radyoya Dengê Kurdistanê Ehmed Deştî, ez sersaxiyê li malbata wî ya nîştimanperwer dikim û hevparê xema wan im."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha got: "Xwedayê mezin rihê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkar, dost û hevalên wî."