Axios: Amerîka û Îran gihîştin hevfêmkirineke 60 rojî
Axios: Biryara dawyiê di destê Trump de ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî reşnivîsa nû ya Axiosê, Îranê bi wergirtina razîbûna serkirdetiya bilind a welatê xwe amadeyiya xwe bo îmzekirina lihevkirinê diyar kiriye, ku tê de pabend dibe bi rakirina mînên Tengava Hurmizê û kirina danûstandinan li ser paşmayiyên uranyumê li beramberî rakirina dorpêçên deryayî.
Berpirsên Amerîkayî û çavkaniyeke agahdar ji deverê îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) ji malpera Axiosê re ragihandiye ku danûstandinkarên Amerîka û Îranê gihîştine lihevkirinê li ser yadaştnameyeke hevfêmkirinê bo dema 60 rojan. Armanca wê yadaştnameyê dirêjkirina agirbestê û destpêkirina danûstandinan e li ser bernameya etomî ya Îranê, lê belê heta niha Serokê Amerîkayê Donald Trump razîbûna xwe ya dawiyê li ser nedaye.
Li gorî wê raportê, şertên wê lihevkirinê heta roja Sêşememê bi temamî hatine yekalîkirin. Aliyê Îranî ji danûstandinkarên Amerîkayê re ragihandiye ku razîbûna serkirdetiya bilind a welatê xwe wergirtiye û bo îmzekirinê amade ne. Li beramberî wê yekê, dema ku tîma danûstandinan a Amerîkayê hûrgilî xistine ber destê Donald Trump, navborî ragihandiye ku "çend rojan dem jê re divê daku li ser bifikire" û hêj ew îmze nekiriye.
Axiosê amaje daye ku di naveroka yadaştnameya 60 rojî de hatiye, divê hatin û çûna keştiyan li Tengava Hurmizê "bêberbest" be; ev yek jî bi manaya wernegirtina tu bacekê û çênekirina tu astengiyekê tê. Her weha Îran pabend dibe ku di dema 30 rojan de tevahiya mînên deryayî yên nav tengavê rake. Li beramberê wê yekê jî, Amerîka dorpêçên deryayî yên li ser Îranê radike, lê ev pêngav dê bi awayekî hevdem ligel vegera livîna keştiyên bazrganî be.
Behsa wê yekê jî hatiye kiriye ku ew yadaştname pabendbûna Îranê jî vedigire ku bi tu şêwazekî li pey çekê etomî neçe. Di dema wan 60 rojan de jî, alî dê danûstandinan li ser çawaniya jinavbirin an radestkirina paşmayiyên uranyuma pîtandî ya astê bilind a Îranê bikin.
Li gorî wê raportê, Waçintonê jî soz daye ku wekî pişkek ji danûstandinan, mijara rakirina dorpêçan û azadkirina darayiyên astengkirî yên Îranê bixe ser maseya danûstandinan. Herwesa behsa çêkirina mîkanîzmekê jî tê kirin, daku Îran bikare kelûpêl û alîkariyên mirovî bi hêsanî werbigire.
Axiosê behsa wê yekê jî kiriye ku heke ev yadaştname bê îmzekirin, wekî mezintirîn werçerxana dîplomatîk tê hesibandin ji dema ku şer hatiye destpêkirin ve. Herçend e Trump û şêwirmendên wî berê jî gelek caran wesa zaniye ku nêzîkî lihevkirinê ne, lê vê carê nîşan cidîtir in bo bidawîanîna hevrikiyên çekdarî li deverê.
Ev jî di demekê ye ku Artêşa Pasdaran a Îranê serê vê sibehê (Pêncşem, 28ê Gulana 2026ê) ragihand ku bingeheke serbazî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kiriye armanc. Li gorî daxuyaniya fermî ya Artêşa Pasdaran, ku televizyona fermî ya Îranê belav kiriye, ev êrîş saet 04:50 yê serê vê sibehê hatiye kirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: "Wek bersivdanek bo wê destdirêjiya ku artêşa dagirker a Amerîkayê vê sibehê biribû ser derdora Balafirxaneya Bendera Ebasê, hêzên me ew bingeha asmanî ya Amerîkayê kir armanc a ku çavkaniya wê êrîşê bûye."