Mesrûr Barzanî seredana Geliyê Şêraneyê li devera Amêdiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê seredana Geliyê Şêraneyê li devera Amêdiyê kir û piştgiriya xwe bo veberhêner û xwediyên projeyên geştyarî diyar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 26ê Gulana 2026ê) seredana Geliyê Şêraneyê li devera Amêdiyê kir û ligel çend xwediyên projeyên geştyarî û veberhênerên deverê civiya.
Herman Sidqî yê xwediyê projeya geştyarî ya Geliyê Şêraneyê yek ji wan veberhêneran bû ên ku Serokwezîr seredana wan kirî. Navborî ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bêhnvedana cejnê de pê baş bû ku wek geştyarek seredana yek ji deverên Kurdistanê bike û wek geştyarek seredana wan kiriye.
xwediyê projeya geştyarî ya Geliyê Şêraneyê eşkere jî kir ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi projeyên geştyarî yên deverê pir dilxweş bûye û herwesa dilxweş bû ku bi sedan kes ji xelkê deverê ji ber van projeyan derfetên kar bi dest xistine.
Herman Sidqî eşkere jî kir: "Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ji bo veberhêneran diyar kir û got: ez dê hevî alîkariyên ligel we bikim, lê hûn jî giringiyê bidin kalitiya geştyariyê daku em bikarin bala geştyarên biyanî ber bi Herêma Kurdistanê ve bikişînin."
"Hikûmet giringiyeke taybet dide Amêdiyê"
Navborî herwesa da zanîn jî ku Mesrûr Barzanî ji wan re ragihandiye ku divê xelkê deverê giringiyeke zêdetir bide sektora geştyariyê û veberhênanê. Serokwezîr tekez li ser wê yekê jî kiriye ku hikûmet bi taybetî giringiyê dide Amêdiyê, daku di warê geştyariyê de zêdetir pêş bikeve û zêdetir veberhênan tê de bê kirin.