Mehmet Alî Abakay navendek bi 200 hezar berhemî ava kiriye

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê mamosteyekî bi xebata xwe salan navenda lêkolînên bajêr ava kiriye ku tê de ji 200 hezarî zêdetir berhem hene. Di navenda lêkolînên bajêr de bi taybetî derbarê Diyarbekir û derbarê gelek bajarên din de çavkaniyên dîrokî hene. Mamosteyê ku navend ava kiriye dide zanîn ku gelek caran di xebatên akademik de jî akademisyen û xwendekar sudê ji navenda lêkolînên bajar werdigrin.

Mehmet Alî Abakay, di sala 1965an de li navçeya Çinar a Diyarbekirê hatiye dinê û ji zaroktiya xwe ve pirtûkan bala wî kêşaye û bi vê yekê ve girêdayî jî li Zankoya Dîcle mamostetiya wêjeyê xwendiye û bênavber 35 salan mamostetî kiriye û li gel mamostetiyê jî 24 pirtûk nivîsandine û keda wî di gelek berhem û xebatên akademik de heye. Nivîskar Mehmet Alî Abakayê ku wisa ji lêkolîn, xwendin û nivîsê hes dike beriya 44 salan dest bi xebatek taybet û watedar kiriye ku derbarê bajaran de hemû cure çavkaniyan berhev dike û niha di encama van xebatên xwe de li Diyarbekir Navenda Lêkolînên bajêr ava kiriye ku tê de ji 200 hezarî zêdetir berhem hene.

Nıvîskar û lêkoler Mehmet Alî Abakay ji Kurdistan24ê re got: “Di sala 1982yê de min dest bi berhevkirina van berheman kiriye, ji 200 hezarî zêdetir berhem tê de hene, ji zaroktiya xwe ve ez pirtuka dixwînim û min ji pirtûkxaneyan pirtûkên derbarê Diyarbekirê de distandin.”

Nivîskarê ku bi salan e çavkaniyan berhev dike di destpêkê de berhemên ku diketin destê wî de li malê bicih dikir lê piştî demekê êdî mala wî jî têrê nekiriye ku wî bargehek kire kiriye û dawiya dawî jî bi derfetên xwe yên sînordar Navenda Lêkolînên bajêr ava kiriye.

Mehmet Alî Abakay herwiha got: “Li vê derê 4 beş hene, beşa yekem a Diyarbekir e, ya duyem beşa bajarên din ên Tirkiyeyê ne , beşa sêyem bajarên dewletên biyanî ne, beşa çarem de jî wêne, band, plak, kovar rojname hene.”