270 hezar koçberên Şingalê hîna li benda vegera malên xwe ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku 10 sal di ser koçberî û jiyana dijwar a bin konan re derbas bûne, awareyên Şingalê yên li kampa Kebertê bi germî pêşvaziya Cejna Qurbanê dikin. Şingalî bi parastina dab û nerîtên xwe, peyama pêkvejiyanê didin, lê daxwaza wan a herî mezin ew e ku cejnên bê li ser axa xwe pîroz bikin.
Li kampa "Kebertê", koçberên Şingalê ji saetên sibehê yên zû ve dest bi pîrozbahiyên cejnê kirin. Tevî hemû nexweşî û zehmetiyên jiyana awareyê, xelkê Şingalê dest ji ruhanî û resenatiya xwe bernedane. Li "Dîwana Kebertê ya Pêkvejiyanê", xelk ji hemû çîn û olan kom dibin da ku azarên awareyê ji bîr bikin û hêviyên xwe nû bikin.
Ciwanekî koçber ê ji Şingalê ji Kurdistan24ê re behsa rewşa xwe kir û got: "Cîranên me yên li Şingalê niha li her derê belav bûne; hinek li Zaxo, hinek li Hewlêr û hinek jî di kampan de ne. Em bi yên li derveyî welat re bi telefonê cejnê pîroz dikin, lê yên li vir em bi hev re kom dibin û cejna xwe digerînin."
Welatiyekî din ê aware jî daxwaza aştî û aramiyê kir û got: "Ez vê cejnê li hemû cîhanê pîroz dikim. Hêviya me ew e ku ev cejn bibe xêr û xweşî ji bo gelê me û bi awayekî ciddî li ser doza Şingalê were sekinandin."
Mamosteyekî olî yê li kampê jî bal kişand ser tebayiya navbera pêkhateyan û got: "Zêdetirî 11 sal in em li vir rîtuelên xwe yên cejnê pêk tînin. Peyama me her tim aştî, biratî û pêkvejiyana li ser vê axê ye. Di navbera me de tu cudahî nîn e û her kes li ser rêbaza xwe ya olî azad e."
Piştî derbasbûna 12 salan di ser jenosîda Şingalê re, hîna zêdetirî 270 hezar koçber di nav 15 kampên cuda de dijîn. Tevî ku awareyên Şingalê spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo hemû piştgirî û alîkariyên wan, lê daxwaza wan a herî sereke ew e ku ev jiyana bin konan bi dawî bibe û ew vegerin ser zêdê bav û kalên xwe. Hêviya awareyan ew e ku Cejna Qurbanê ya bê, li nav malên wan ên li Şingalê were pîrozkirin.