Di rojên cejnê de zêdetirî 100 hezar geştyaran seredana Helebceyê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Geştyariyê ya Helebceyê serkeftina plana xwe ya girêdayî rojên Cejna Qurbanê ragihand û aşkere kir ku di nava rojên cejnê de zêdetir ji 100 hezar geştyar û seredankeran hatine wê deverê.
Rêveberiya Giştî ya Geştyariya Helebceyê di daxuyaniyekê de bidawîhatina plana xwe ya girêdayî rojên Cejna Qurbanê ragihand. Rêveberiya navborî diyar kir ku bi rêya tîmên xwe yên meydanî pêşwaziya hejmareke zêde ya geştyaran hatiye kirin û jîngeheke aram û ewle bo wan hatiye afirandin.
Li gorî zanyarên fermî yên di wê daxuyaniyê de hatine, di dema rojên cejnê de zêdetir ji 100 hezar geştyar û seredankeran qesta deverên geştyarî yên li seranserî parêzgeha Helebceyê kiriye.
Çavdêriya bihayê bazaran û hişyarkirina 82 navendan
Rêveberiya Geştyariya Helebceyê herwisa bal kişand ser karê tîmên xwe û eşkere kir ku tîmên wan bi awayekî berdewam li meydanê bûne, bo pêşkêşkirina rênimayiyan, çavdêrîkirina nirxan, parastina paqijiyê û ragirtina hevsengiya jîngehê li deverên geştyarî.
Herwisa di wê daxuyaniyê de hatiye ku tevî hatina vê hejmara mezin a geştyaran, hişyarî bi zêdetir ji 82 cihên geştyarî hatiye dan, daku pabendî rênimayiyan bin. Rêveberiyê herwisa bal kişand ser wê yekê jî ku karkirina tîman bi rengekî serkeftî bi rê ve çûye û tu rûdaneke nexwestî nehatiye tomarkirin.
Hevberkirina statîstîkan ligel sala par (2025)
Ev amar di demekê de ne ku, li gorî zanyarên Rêveberiya Giştî ya Geştyariya Helebceyê, di rojên Cejna Qurbanê ya par (2025) de, 102 hezar û 862 geştyaran seredana deverên geştyarî yên Helebceyê kiribû. Herwisa rêjeya mana geştyaran di parêzgehê de jî 44 hezar û 33 geştyar bûn, û tîmên rêveberiyê di par 86 hişyarî dabûn çend cihên geştyarî û hinek ji wan navendan hatibûn cezakirin jî.
Piralîkirina dahatê û pêşveçûna kerta geştyiyê li Herêma Kurdistanê
Hevdem ligel ragihandina amara Helebceyê, Berdevkê Desteya Giştî ya Geştyariyê ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd jî duhî ragihand: Di nava pênc salên borî de, kerta geştyariyê pêşveçûneke berçav tomat kiriye, bi rengekî ku 80 projeyên stratejîk bi 7 milyar û 500 milyon dolarên Amerîkayî hatine bicihanîn û ketine ber xizmeta welatî û geştyaran.
Berdevkê Desteya Geştyariyê li ser vê mijarê got: "Ev hatina berdewam û zêde ya geştyaran roleke bibandor lîstiye; bi awayekî ku niha kerta geştyariyê bûye sedema serekî bo vejandina bazaran û çêbûna livîneke bazirganî ya baş li Herêma Kurdistanê."