Artêşa Îsraîlê Keleha Şeqîfê ya dîrokî kontrol kir
Kûrtirîn çûna nav axa Libnanê di 25 salên borî de
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya operasyona xwe ya berfireh a li başûrê Libnanê de, hêzên Îsraîlê Keleha Şeqîfê ya stratêjî û dîrokî kontrol kir. Ev pêngav wekî kûrtirîn çûna nav axê ya artêşê di dema zêdetir ji çaryek sedsalê de tê hesibandin.
Rûdanên serbazî li eniya başûrê Libnanê pêşveçûneke dîrokî û bêwêne tomar kir. Hêzên Îsraîlê karî Keleha Şeqîfê ya stratêjî control bikin (ku keleheke dîrokî ya serdemê Xaçperestan e û li ser bilindahiyeke bilind a stratêjî hûnandî ye).
Kontrolkirina vê kelehê, ku nêzîkî bajarê Nebetiyeyê ye, piştî çend rojên şerên dijwar û êrîşên asmanî yên giran li ser gundên derdora wê tê, ku tê de artêşa Îsraîlê cihên Hizbulahê dike armanc. Ev pêngava serbazî wekî destkeftiyeke mezin a Îsraîlê di şerê li dijî Hizbulahê de (ji destpêka meha Adara borî ve) tê hesibandin.
Her di vê çarçoveyê de, Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) bi zimanê Erebî wêneyek li ser tora civakî ya "X" weşand, ku tê de hêzên Îsraîlê li derveyî wê kelehê diyar dibin. Pêştir jî Artêşa Îsraîlê bo dema 18 salan di nav wê kelehê de mabû, heta dema vekişandina wê ji Libnanê di sala 2000ê de.
Armancên operasyonê û sînorê 5 kîlometreyî ji Nebetiyeyê
Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev çend roj e operasyonek li bilindahiyên "Bofort û Wadî Siloqî" ber bi başûr ve dest pê kiriye; bi merma hilweşandina jêrxaneya Hizbulahê û nehiştina wan gefên rasterast ên li ser sivîlên Îsraîlî.
Artêşa Îsraîlê herwisa diyar kiriye ku ew bo "berfirehkirina operasyonê di dema pêdivîtiyê de amade ye". Niha hêzên Îsraîlê tenê 5 kîlometreyan ji bajarê Nebetiyeyê dûr in, ku yek ji bajarên serekî yên başûrê Libnanê ye.
Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) ragihand ku Fermandariya Bakur dest bi vê operasyonê kiriye. Armanca serekî ya operasyonê têkbirina jêrxaneya serbazî ya Hizbulahê, bihêzkirina kontrola operasyonê li başûr, û dûrxistina gefên rasterast li ser devera "hêla sînorî ya rojhilatê Filstînê û bajarkê Miteleyê" ye.
Adraee amaje bi wê yekê jî kir ku ew operasyon hatiye destpêkirin û hêzên bejayî, di nav de “Lîwaya Golany, Lîwaya 7, Lîwaya Cefatî, Lîwaya Agir û Yekîneya Pirrehend” di bin fermandariya Fîrqeya 36ê de û bi rênimayiyên hewalgiriya serbazî, mijûlî birina êrîşan in bo berfirehkirina hêla berevaniyê ya pêş.
Pejirandina operasyonê û bombebarana dijwar a li ser Nebetiyeyê
Navborî herwesa ron jî kir ku Serdarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir razîbûn li ser vê operasyonê diyar kiriye û amadekariyên şerker bi awayekî rêkxistî hatine kirin. ev operasyon balê dikişîne ser sepandina kontrolê li ser bilindahiyên Şeqîfê û Wadî Siloqî û weşandina derbên kûr li Hizbulahê û têkdana wan jêrxaneyên ku bi rênimayîyên Îranê hatine avakirin.
Berdevkê Artêşa Israîlê eşkere kir ku hêzên wan ji Çemê Lîtaniyê derbaz bûne û êrîşên xwe bo bakurê wî çemî berfireh kirine, hevdem operasyon bo deverên din jî pêşve diçin. Wî tekez jî kir ku berî derbazbûna nav axê ya wan hêzan, balafirên şer û topxaneyan bombebaraneke dijwar kiriye. Niha artêş li derdora Nebetiyeyê dixebite, ku yek ji navendên serekî yên hêza Hizbulahê ye.