Çavkaniyek: Di 10-15 rojên bê de kabîneya Zeydî tê temamkirin

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku di nava 10 heta 15 rojên bê de, kabîneya Serokwezîrê Iraqê yê nû bê temamkirin; herçend e endameke Parlamena Iraqê ji Firaksiyona PDKê tekez dike ku hêşta tu demeke diyarkirî bo dengdanê nehatiye destnîşankirin.

Çavkaniyek ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê îro (Yekşem, 31ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand ku Çarçoveya Hevahengiyê dê di vê hefteyê de bo temamkirina kabîneya Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Zeydî bicive.

Her wê çavkaniyê diyar jî kir: "Biryar e ku di dema 10 heta 15 rojên bê de kabîne bê temamkirin û ew wezaretên ku hatine paşxistin û bawerî wernegirtiye li Parlamenê baweriyê wergirrin û kabîne temam bibe." Wî tekez jî kir ku Çarçoveya Hevahengiyê li ser wê yekê rijd e ku di nêzîktirîn dem de ev kabîne bê temamkirin.

PDK: Tu demeke diyarkirî bo dengdanê nîne

Li aliyekî din jî, Endama Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamena Iraqê Eşwaq Caf de li ser vê mijarê ji malpera Kurdistan24ê re ragihand ku tu demek bo dengdana li ser temamkirina kabîneya Elî Zeydî nehatiye destnîşankirin.

Parlamentera PDKê behsa wê yekê jî kir ku hêşta Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê bersiva daxwaz û sikala wan berbijaran nedaye yên ku ji ber wernegirtina baweriya parlamenê sikalayên qanûnî tomar kiribûn.

Parlamena Iraqê li roja Pêncşemê, 14ê Gulana 2026ê, bawerî dabû 14 wezîrên kabîneya Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Zeydî; lê çend wezaret vala mabûn û baweriya parlamenteran bi dest nexistibû, wekî Wezareta Avedankirin û Xwecihkirinê ku pişka Kurdan û bi taybetî pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû.