PDK 25emîn salvegera damezirandina Komela Dadgerî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi boneya 25emîn salvegera damezirandina Komela Dadgerî ya Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê ji Serokê wê Elî Bapir û serkêşiya Komelê re şand.

Polîtburoya PDKê, îro Yekşemê 31ê Gulana 2026an, salvegera damezirandina Komela Dadgerî ya Kurdistanê pîroz kir. PDKê di peyama xwe de serkeftin ji bo kadr û endamên Komelê xwast û tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dualî û yekrêziya navxweyî kir.

PDKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser giringiya hevahengiya navbera aliyên siyasî û wiha got: "Em tekeziyê li ser bihêzkirina peywendiyan û hevahengiyeke tund di navbera xwe û hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê de dikin."

PDKê di daxuyaniya xwe de got: "Parastina destkeftên Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e. Divê em bi dilsozî û berpirsiyariyeke mezin ji bo yekrêziya gelê xwe û parastina destkeftên niştimanî bixebitin."