Arî Hersîn: PDK û YNK ji bo civînê amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Liqê 4 ê PDKê ragihand, şandên danûstandinkar ên PDK û YNKê amade ne ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, careke din bicivin.

Berpirsê Liqê 4 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Arî Hersîn îro 1ê Hezîrana 2026an, serdana Melbenda Yek a Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê kir. Armanca serdanê, gihandina peyama pîrozbahiyê ya bi boneya 51emîn salvegera damezrandina YNKê bû.

Arî Hersîn di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser peywendiyên her du partiyan û diyar kir ku rewş asayî ye. Hersîn got: "Heke peywendiyên di navbera YNK û PDKê de ne asayî bûna, gelo îro karê me li vir çi bû? Serdana me bi xwe nîşaneya asayîbûna têkiliyan e."

Derbarê pêvajoya siyasî û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê de, Hersîn aşkere kir ku her du alî ji bo guftûgoyan amade ne. Herwiha da zanîn, şandên danûstandinkar ên her du partiyan amadehiya xwe nîşan dane ku li ser maseya danûstandinan rûnên û bi hûrgulî li ser pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê biaxivin.

Berpirsê Liqê 4 ê PDKê di dawiya axaftina xwe de bang li her du aliyan kir ku berpirsyariya xwe ya niştimanî bînin cih û got: "YNK û PDK amûrên xizmetkirina welat in. Erkê me ye ku em xizmeta gelê xwe bikin; divê em ne perçebûyî bin û bi yekrêzî gavan bavêjin."