Wezareta Pêşmerge: Pileya 1385 efseran hat bilindkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl lîsteyên bilindkirina pileyan yên 1385 efserên ser bi fermandariya hêzên cuda yên Pêşmerge ve îmze kirin.

Wezareta Pêşmerge îro 1ê Hezîrana 2026an ragihand, Wezîr Şoreş Îsmaîl lîsteyên bilindkirina pileyan a efserên Fermandariya Hêzên 70, Hêzên Piştivaniyê Yek, Hêzên Piştivaniyê Du û Fermandariya Hêzên Parastin û Hawarhatinê îmze kirine.

Li gorî wezaretê, di çarçoveya van lîsteyan de pileya 1385 efseran di nav van hêzên navborî de hat bilindkirin.

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl piştî îmzekirina biryarê peyamek belav kir û tê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku prosea bilindkirina pileyan ketiye ser rêya xwe ya asayî û yasayî. 

Şoreş Îsmaîl herwiha destnîşan kir, ev pilebilindkirin dê bandoreke erênî li ser şiyanên leşkerî yên Pêşmerge bike û wiha berdewam kir: "Ez bawer im ku ev qonaxa nû dê bibe paldereke bihêztir ji bo berdewamî û pêşxistina şiyanên leşkerî yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê. Her wiha ev gav dê xizmeta serxistina prosea çaksaziyê û yekxistina hêzên me di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bike."