Hoşyar Sîweylî: PDK cuda bi YNK û Nifşê Nû re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Derve ya PDKê ragihand ku li ser bingeha pêşengiya Serok Barzanî, di demeke nêzîk de PDK û YNK ji bo çareserkirina xetimîna siyasî dicivin. Aşkere jî kir ku tenê pirsa parvekirina postan wekî berbest li pêşiya pêkanîna kabîneya nû maye.

Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Sîweylî îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) di hevpeyvînekê de ligel Kurdistan24ê amaje bi wê yekê kir ku piştî peyama Serok Mesûd Barzanî ya pîrozkirina cejnê, liv û tevgerên bo civîna aliyan hatine destpêkirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Derve ya PDKê herwisa got: "Bizav berdewam in daku di vê hefteyê an hefteya bê de PDK û YNK bicivin, daku ew xetimîna siyasî bê bidawîanîn ku pêvajoya pêkanîna hikûmetê leng kiriye."

Li ser xalên helawîstî yên di navbera her du aliyan de, Sîweylî ron jî kir ku YNKê li destpêkê tekez li ser "Hevparîya Rastîn" û bernameya desthilatdariyê dikir, PDK jî li ser wê daxwazê razî bû û "Dîtina Hevpar a Desthilatdariyê" di navbera her du aliyan de hat îmzekirin.

Arêşeya wezaretan û parvekirina postan

Berpirsê PDKê diyar jî kir: "Niha diyar bûye ku arêşeya serekî post in, ne awayê desthilatdariyê; bi taybetî Wezareta Navxwe." Wî destnîşan jî kir ku PDK wesa difikire ku hevsengiya ewlehiyê heye, ji ber ku li beramberî Wezareta Navxwe, Wezareta Pêşmerge û Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê bi YNKê hatine dan.

Di pişkeke din a axaftina xwe de, Hoşyar Sîweylî tekez kir ku PDKê hest bi xeteriyên netebahiya siyasî kiriye û ragihand: "Netebahiya di navbera PDK û YNKê de bandoreke rasterast li ser jiyan û bazara xelkê kiriye, heta zêdetir ji bandora şerê di navbera Îran û Amerîkayê de." Wî daxwaz jî kir ku YNK li şûna baldarîya li ser postan, tekezê li ser nivîsîna destûrê û aktîfkirina Parlamenê bike.

Helwesta PDKê li ser hevpeymaniya YNK û Nifşê Nû

Li ser ragihandina hevpeymaniya di navbera YNK û Tevgera Nifşê Nû de, Sîweylî helwesta PDKê bi ronî aşkere kir û ragihand: "PDK amade ye bi rengekî cuda ligel YNK û Nifşê Nû rûne, belê heta niha helwesta me ev e ku wekî yek şand û di bin navê wê hevpeymaniyê de em danûstandinan ligel wan nakin."

Berpirsê Nivîsîngeha Peywendiyên Derve ya PDKê hêvîxwaziya xwe nîşan da ku ev civîn bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê û vegera dezgehên yasayî bo rewşa wan a asayî bibin delîveyeke baş.