Hewramanî: Me ligel Bexdayê niyeteke cidî bo çareserkirina atêşeyan heye

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand ku hevfêmkirineke pir baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, bi taybetî piştî seredana vê dawiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo malpera Kurdistan24ê ragihand; seredana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê rê xweş kiriye ku berpirsên Bexdayê jî seredana Hewlêrê bikin û bîqaş berdewam bin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê aşkere jî kir: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê niyeteke cidî bo çareserkirina arêşeyan ligel Bexdayê heye û heta niha tu arêşeyek çê nebûye, ji me re hatiye gotin ku êdî arêşeya mûçeyan çê nabe."

Pêşewa Hewramanî behsa wê yekê jî kir ku gava li ser asta bilind û siyasî lihevkirin û hevfêmkirinên baş hebin, karên tîmên teknîkî jî hêsantir dibin. Herwisa got: "Em tenê daxwaza mûçeyan nakin, belkî em daxwaz dikin ku tevahiya pişka budceya Herêma Kurdistanê bê şandin û bo vê meremê me amadebûna xwe bo nîqaşkirina li ser hûrgiliyên budceyê diyar kiriye."

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî jî xwast ku encama van civîn û hevfêmkirinan bibe sedema lihevkirina dawiyê û binecih, bi awayekî ku mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bi temamî parastî bin.